Ensarullah: Me keştîya fîloya Emrîqayê hedef girt

Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew keştîya fîloya Emrîqayê a bi navê Lewis B Pullerê bi fuzeyên hewce hedef girtin.

Berdevkê Hêzên Çekdar yê Ensarullahê Yehya Serî, di daxuyanîya ku belav kir de, îfade kir ku ew ji bona ku ji xelkê Fîlsîtînê mezlum re alîkarîyê bikin û ji êrîşdarîya Emrîqa û Îngîlîzan a li dijî Yemenê operasyonan li dar dixin re bersivê bidin vê operasyonê li dar xistine.

Serî di daxuyanîya xwe de weha got, “Hêzên behrê yên ku girêdayê Hêzên Çekdar yên Yemenê, bi alîkarîya Xwedê doh êvarê, li Kendava Adenê keştîya bi navê Lewis B Pullerê aîdê fîloya Emrîqayê bi fuzeyên hewce hedef girtin. Ev keştîya ku hatîye hedefgirtin ji Hêzên Emrîqayê re desteka lojîstîkê dida.”

Serî, di dawîya axavtina xwe de diyar kir ku ew ê van hedefgirtinên xwe bidomînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin