Ensarullah: Me raste rast li keştîya bazirganî ya Emrîqayê xist

Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew keştîya “Cole” ya Emrîqayê ku diçû benderên Fîlîstîna ku hatîye îşxalkirin, bi gelek fuzeyên munasîb raste rast hedef girtin.

Hat destnîşankirin ku destroyera Emrîqayê bi fuzeyên USS Greeleyê hatine hedefgirtin.

Berdevkê Ensarullahê Yehya Serî, di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir ku ew ji bona ku destekê bidin xelkê mezlum yê Fîlîstînê û ji bona ku ji êrîşên Emrîqa-Îngîlîzan re bersivê bidin van operasyonan li dar dixin.

Serî di daxuyanîya xwe de weha got:

“Hêzên behrê ên ku girêdayê Hêzên Çekdar yê Yemenê ne, keştîya bazirganî ‘Cole’ ya Emrîqayê ku diçû benderên Fîlîstîna ku hatîye îşxalkirin, bi gelek fuzeyên munasîb raste rast hat hedefgirtin û bi vê şeklê operasyonekî leşkerî hat lidarxistin.

Ev operasyon, çend seat piştî hedefgirtina destroyera Emrîqayê (USS Greeley) bi çend fuzeyên behrê ve hatîye lidarxisitn. Avêtina fuzeyan hemd ji Xwedê re rasterast îsabet girtîye.”

Serî, di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku ew ê van operasyonan heta ku îşxal berdewam bike ew ê li Behra Sor û Behra Ereban berdewam bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno