Ensarullah: Nuqteyekî leşkerî ya li Tel Avîvê bi ÎHAyê hat hedefgirtin

Tevgera Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew li nêzê Tel Avîvê ji tesîsekî leşkerî re bi ÎHAyê operasyon li dar xistine û li ser asmînanên Saadayê jî ÎHAyekî keşfê ya ji tîpa Giant Shark F360 xistine xwarê.

Di daxuyanîya ku ji teref Hêzên Çekdar yê Yemenê ve hat belakirin de, hat diyarkirin ku balafirekî bêînsan yê hewayê ya rejima îşxalker xistine.

Li gorî daxuyanîyê, hêzên hewayê yên girêdayê artêşa Yemenê, hedefekî leşkerî ya li herêma Yafayê bi ÎHAya ji tîpa “Yafa”yê hedef girtin. Hat destnîşankirin ku operasyon serfiraz bûye.

Xeyn ji vê operasyonê sîstemên parastina hewayê ya Yemenê jî, balafirekî keşfê ya ji tîpa Giant Shark F360 ku ji tîfaqa Emrîka-îsraîlê re xizmetê dikir li asîmanên Saadayê xistine xwarê.

Hêzên Çekdar yê Yemenê di daxuyanîyê de bang li alema Îslamê û gelên azad jî kir, di bangê de bal kişand ku bila ji bo destekdayîna ji gelê Filistîn û dawîkirina sûca li dijî Xezzeyê bi lez û bez tevbigerin. “Van sûcên wehşîyane ku îro li Xezzeyê têne kirin, dibe ku sibe li bajar anjî paytextên dinê yên Îslamê dubare bibe.”

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku bicîhneanîtina mesûlîyetên însanî, exlaqî, dînî û bêdengmayîna ji van re dibe ku encamên giran bîne ser serê me.

Herî dawîn hat îfadekirin ku heta sûc dawî nebe ew jî operasyonên xwe dawî nakin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar