Ensarullah, tesîsên leşkerî yên li Tel Avîv û Elîatê bi ÎHAyan hedef girtin

Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand ku wan "bi balefirên bêmirov 2 operasyonên leşkerî li dijî Îlata ku jê re tê gotin paytexta dijmin û li başûrê Filistîna îşxalkirî ye kirin hedef."

Berdevkê Leşkerî yê Tevgera Ensarullah Yahya Serî di daxuyaniya xwe de got, "Hêzên hewayî li herêma Yafa ya îşxalkirî noqteyeke leşkerî ya rejîma sîyonîst a li herêma Yafa ya îşxalkirî bi balafireke bêmirov hedef girtin. Her wiha bi 4 balafiran bi tîpa Samad 4 li hedefên leşkerî yên li herêma Eîlatê xistin."

Serî bal kişand ser vê yekê ku her du operasyon bi awayekî serketî gihîştine armancên xwe û got: "Ev her du operasyon serkeftina gelê Filistîn û Lubnanê û piştgiriya berxwedana qehreman a Filistîn û Lubnanê ye."

Serî, “silav li hemû mucahîdên li Filistîn û Lubnanê dikim ku li hember êrîşa îsraîl-Emerîka û planên wê yên ku armanca wan bindestkirina hemû welat û gelan e, miletê xwe diparêzin.”

Serî her wiha bal kişand ser wê yekê ku "heta têkbirina êrîş û pûçkirina planên tawankar û komployên berfirehxwaz, ew ê li kêleka gelê Filistîn û Lubnanê bisekinin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno