Erdogan derbarê Afrînê de daxuyanî da

Serokomar Erdogan destnîşan kir operasyona ku dê li Afrînê bê kirin dê digel muxalifên Sûrîyeyî bê kirin.

Serokomar û Serokê  Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Civîna Komî ya partîya xwe ya di TBMMê de bû. Erdogan di axavtina xwe ya ku di civînê kir de destnîşan kir ew ê operasyona ku dê li Afrînê bê kirin dê digel muxalifên Sûrîyeyî bê kirin.

“Sibe disibe em ê ji Afrîn û Minbiçê dest pê bikin û hêlînên din ên terorê yên li Sûrîyê hilweşînin”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di wextê wê de leystika li Iraqê xera kirine û dû re wiha li axaxtina xwe zêde kir: “Me leystika ku doh li Iraqê dihat lîstin xera kir û xençerê di dilê leystika ku li Sûrîyê dihat lîstin de çikand. Înşallah sibe disibe em ê ji Afrîn û Minbiçê dest pê bikin û hêlînên din ên terorê yên li Sûrîyê hilweşînin. Ji vê yekê re ne ew kesên ku wek muteffîk xwe nîşan didin û hewil didin ji paş ve me li me bidin asteng bikin û ne jî ew rêxistinên terorê yên marjînal ên ku wek siyasetmedar xuya dikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e