Erdogan: Ew helwesta “Em ji Minbicê dernakevin” ne îradeya Trump e

Serokomar Erdogan derbarê wan daxuyanîyên “Em ji Minbicê dernakevin” ên ku ji teref gelek rayedarên Amerîkayî ve hatin dayîn de destnîşan kir “Ev yek ne îradeya Trump e.”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan berîya ku biçe Bulgaristanê li Balafirgeha  Ataturk a Stenbolê civîna çapemenîyê li dar xist û derbarê mijarê rojevê de nirxandinan kir. Erdogan derbarê wan daxuyanîyên “Em ji Minbicê dernakevin” ên ku ji teref gelek rayedarên Amerîkayî ve hatin dayîn de destnîşan kir “Ev yek ne îradeya Trump e.”

“Bo Sîncarê gelek tahamula me tune ye”

Erdogan di berdewama daxuyanîya xwe de derbarê vekişîna PKKê ya ji Sîncarê de jî wiha axivî: “ Em ji rêxistina xwe ya îstîxbaratê hîn bûn ku hikûmeta Iraqê bo operasyona Sîncarê tiştinan dike. Hêvîya me ew ê ger hikûmeta Iraqê di warê dan destpêkirina operasyonê de zehmetîyê dikşîne hevdîtinên dualî dest pê bikin, em ê li wê derê tiştê pêwîst bikin. Bo Sîncarê gelek tahamula me tune ye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin