Erdogan û Rûhanî derbarê Xûteya Rojhilat de axivîn

Serokomar Erdogan û Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî derbarê mijara Sûrî de li ser têlefonê peyîvîn.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, û Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî, derbarê mijara Sûrî de li ser têlefonê hevpeyvînek kir.

Di hevpeyvîna têlefonê de di serî de bi giştî li ser pêşhatên Sûriyeyê û bi taybetî jî li ser mijara Xûteya Rojhilat hat sekinandin û hat xwestin ku ji bo gelê mixtcî alîkarîyê divê agirbestî bê îlan kirin û ev mijara agirbestîyê di cî de bê xistin rojevê.

Di hevpeyvînê de li ser mijarên her dû serok mutabiq man de hat îfade kirin ku hevalbendîya Îran, Tirkîye û Rûsya di vê mijarê de zaf girîng e.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, do jî bi Serok Dewletê Rûsyayê Vladimir Putin re axifî bû.

Di hevpeyvînê de bi taybetî li ser mijara Efrîn, Îdlîb û li ser mijarên din yên Sûryeyê hat sekinandin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe