Êrîş li Balyozxaneya Îranê ya li Vîyanayê hat kirin

Li Vîyana paytexta Avusturyayêêrîş li balyozxana Îranê hat kirin, kesê êrîşkar hat kuştin.

Hat ragihandin li Vîyana paytexta Avusturyayê  êrîş li balyozxana Îranê hat kirin, kesê êrîşkar ê ku bi kêrê êrîşî leşkerê ku balyozxanê mihafeze dikir kir ji teref leşker ve hat kuştin.

Berdevkê Polêsên Vîyanayê  derbarê mijarê de diyar kir welatîyê Avusturya yê 26 salî derengîyê şevê  bi kêrê êrîşî leşkerê ku balyozxanê mihafeze dikir kir, leşker piştî ku ji teref êrîşkar ve hatiye birîndarkirin re bi damençê êrîşkar kuşt.

Derbarê sedema êrîşê de tu daxuyanî nehat dayîn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe