Êrîş û şerên mezin li ser sînorên Şerîaya Rojava

Rejîma sîyonîst gelek bajarên Şerîaya Rojavayê bi şev û roj bombebaran kirin, ew êrîşan di navbera îşxalker û Filistînîyan de bû sedema pevçûnên dijwar.

Artêşa rejîma sîyonîst û çeteyên Cihûyan ji şevê ve li deverên cuda yên Şerîaya Rojava ya îşxalkirî dest bi serdegirtinên berfireh kirin. Îşxalker li gelek bajar û bajarokên wekî Nablus, Tulkerem, Qalqîlya û Tubas ketin malên Filistîniyan û herî kêm sê kes desteserkirin.

Piştî kuştina du Filistîniyan doh li Beyt Furik, rojhilatê Nablusê, û li deriyê bakurê El Xelîlê, li seranserê herêmê rageşî zêde bûye. Li Qebatiyê, başûrê Cenînê, di navbera leşkerên îşxalker û ciwanên Filistînî de pevçûnên tund derketin, leşkeran guleyên rastîn û gaza rondikrêj bikar anîn.

Êrîş li derdora Ramallahê berdewam kirin. Leşkerên siyonîst gaza rondikrêj avêtin bajarê El-Bîra û kampa penaberan a El-Emariyê ya li kêleka wê, û ketin bajarokên Silad û Nîlînê, û her weha gundê Deyr Cerîr.

Li başûrê Beytlehmê, komên niştecihbûnê darên zeytûnê yên Filistînî şewitandin û kevir avêtin wesayîtan. Her wiha li bajarên Kafr Akab û El Xelîlê tevahiya şevê serdegirtin û desteserkirinan pêk hatin.

Ligel êrîşên qirkirinê yên li Xezzeyê, terora îşxalê li Şerîaya Rojava jî zêde dibe. Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, herî kêm 1057 Filistînî li Şerîaya Rojava şehîd bûne, zêdetirî 10 hezar kes birîndar bûne û zêdetirî 20 hezar kes, ku 1600 zarok jî di nav de ne, êsîr hatine girtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno