Êrîşên li dijî Xezzeyê heta serê sibehê berdewam kir: Herî kêm 70 şehîd

Li dijî Xezzeyê di alîyê hewa, bejahî û behrê de êrîşên sîyonîstan berdewam dikin, ji êvarê heta serê sibehê herî kêm 70 Fîlîstînî şehîd bûn.

Êrîşên rejîma îşxalker heta serê sibehê berdewam kir.

Ji cîhên sîvîlan re bi balafirên herbê heta serê sibehê bombe hatin avêtin û di encama wê bomberdûmanê de Fîlîstînîyên birîndar jî çêbûn.

Di encama êrîşa asîmanî ya ku ji Nuseyrat û bajara Deyr el-Belahê hat lidarxistin de herî kêm 34 kes hatin qetilkirin.

Hat diyarkirin ku di êrîşa li dijî Taxa Zeytûnê hat lidarxistin de jî hinek avahî xera bûn û gelek kes şehîd bûn.

Êrîşeke dinê jî li Taxa Cenîna ku li alîyê rojhilata Refahêye hat lidarxistin, di encama wê êrîşê de zarok jî di nav de 8 kes şehîd bûn, hinek kes jî birîndar bûn.

Îşxalkerên ku ketin nav herêma El-Mewasîya Xan Yûnisê, bi tankan êrîşî sîvîlan kirin, di encamê de 26 kes şehîd bûn.

Hat ragihandin ku li gelek herêman pevçûn berdewam dikin. (ÎLKHA)


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê