Êsîrên Fîlîsîtînî yên ku di zindanên îşxalê de ne bi şîvên xerabûyî têne jehrîkirin

Ji êsîrên Fîlîstînî yên ku di zindanên Ofera rejîma sîyonîstan de ne re şîva xerabûyî tê dayîn.

Komîsyona Mesulê Ji Êsîrên Berê Û Êsîrên Fîlîstînê, destnîşan kir ku li zindana Oferê di navbera gelek êsîran de, ji ber şîvên xerabûyî hatine dayîn weqayên jehrîbûnê pêk hatin.

Parêzerê komîsyonê, diyar kir ku êsîran, di 28ê Kanûnê de ji ber şîva xerabûyî xwarinê bi gilîyên zikêşî, îshel û vereşanê nexweş ketine.

Hat diyarkirin ku di zindanên îşxalê de ji êsîran re muameleyên xerab tênê bikaranîtin, hatibû bal kişandin ku di Çola Negevê de li dijî êsîrên Fîlîstînî zilmekî mezin tê kirin.

Komîsyon, di rapora ku belav kir de îfade kir ku ceryana êsîran bi temamî hatine qutkirin, ava wan hatîye girtin û bi tenê rojê 50 deqîqe ji wan re av tê dayîn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji şeş gumanbarên mirina Îbrahîmê ciwan li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
Kesek mir û yek jî birîndar bû
Li Helebê goristaneke komî ya qurbaniyên îşkenceyê hat dîtin
Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li Xezzeyê bûyerên xwekuştinê di nav artêşa îşxalker de berdewam dikin