Tevî ku werza havînê ye jî li bazarên taxan ên Amedê liv û tevgera ku dihat sekrandin çênabû. Pazarciyên ku diyar dikin ji ber bihayên bilind ên sebze û şînkahiyan mîqdara kirîna welatiyan kêm bûye, anîn ziman ku zêdebûna mesrefên sotemenî, veguhastin, karkerî û hilberînê li ser bihayan bandor kiriye. Esnafan anîn ziman ku hem firotina wan kêm bûye hem jî ji bo ku di dawiya rojê de berhem di destên wan de nemînin, bi zerarê difroşin.
Pazarciyên ku diyar kirin zêdebûna mesrefên hilberîn, sotemenî, veguhastin û karkeriyê li ser bihayan bandor kiriye, anîn ziman ku di mercên heyî de hem hilberîner û hem jî xerîdar rojanek dijwar derbas dikin. Esnafan diyar kir ku eger mesref neyên kêmkirin dibe ku hilberîn kêm bibe û hişyarî dan ku ev yek di demên pêş de dikare bibe sedem ku bihayê sebze, şînkahî û fêkiyan hîn zêdetir bibe.
"Welatî tên bazarê lê nikarin fîleyên xwe tijî bikin"
Ji esnafên bazarê Davut Yaşar diyar kir ku ew xiyar, lîmon û kûze (kudil) difroşe û got ku bihayê wan ji bo hin welatiyan guncav e, ji bo hinan jî bilind e.
Yaşar anî ziman ku hêza kirînê ya welatiyan bi rengekî berbiçav daketiye û wiha axivî: "Ew xiyar, lîmon û kûze difroşim. Bihayê wan ji bo hin kesan guncav e, ji bo hinan jî asayî ye. Niha tevî ku em di werza havînê de ne jî hêza kirînê ne ew çend baş e. Mişterî tên û nikarin sepetên xwe tijî bikin. Welatiyên ku rewşa wan a aborî xirab e, êvarê tên û berhemên ku li erdê mane û bûne çop dicivînin û ji zarokên xwe re xwarinê çêdikin. Niha em di rewşeke dilşewat de ne. Li her dezgehê kalîte û bihayê berhemê ne yek e. Divê welatî di hilbijartina berheman de baldartir bin."
"Bihayên halê û mesref bandorê li bazarê dikin"
Pazarciyê sebzeyan Abdullah Köse jî diyar kir ku bilindbûna bihayên halê li ser bihayên bazarê jî bandorê dike û wiha got: "Em îsot, bacanên reş, xiyar û şînkahiyê difroşin. Bihayê wan giran e. Hêza kirînê ya welatî jî tune ye. Li halê jî biha gelekî giran in. Em jî nizanin ka em ê çi bikin. Em hin cûreyên îsotê bi 50 TLyî didin û hin cûreyên wan jî bi 80 TLyî difroşin. Bacanê reş jî 50 TL ye. Ev biha li gorî marketan du qat zêdetir in."
Pazarciyê xiyaran Ebubekir Yılıktekin jî got ku bihayên berheman ji ber mesrefan e.
Yılıktekin got: "Bihayê xiyar niha asayî ye. Lê hêza kirînê ya welatî tune ye. Welatiyekî ku bi mûçeya herî kêm dixebite nikare bi vê bihayê xiyar bikire. Mesrefa karkerekî ku vê xiyarê ji zeviyê dicivîne li serê kesî 2 hezar û 500 TL ye. Gava hûn mesrefa çandinî û dermanan jî lê zêde dikin biha hîn zêdetir bilind dibe. Em jî li vir vê xiyarê bi 40 TLyî difroşin. Ber bi êvarê ve ji bo ku di destê min de nemîne ez neçar dimînim bi 25 TLyî bidim. Yanî bi zerarê difroşim. Eger ev biha nekevin, hilberîner xiyaran naçînin."
"Esnaf li bendê ne ku biha dakevin"
Pazarciyê îsotan Yusufcan Demir diyar kir ku kîloya îsotan di navbera 60-70 TLyî de tê firotin û got ku bihayên ku hefteya borî 80 TL bûn dest bi daketinê kirine. Wî anî ziman ku bi hatina berhemên baxçeyan re di şûna berhemên serayan de, ew li bendê ne ku di rojên pêş de biha hîn zêdetir dakevin.
Pazarciyê bacanên sor (frenkiyan) Diyar Akboğa jî diyar kir ku di rojên dawî de nêzîkî 10 TL zam hatîye ser bihayê bacanên sor û got ku ev zêdebûn bûye sedema bertekên welatiyan. Akboğa diyar kir ku ew dibînin bihayên li halê bilind dibin û got ku mesrefên sotemenî, veguhastin û karkeriyê di zêdebûna bihayan de bibandor in. Wî anî ziman ku bi derketina bacanên sor ên herêmî re ew li bendê ne ku biha dakevin.
"Berhemên bi kalîte diçin rojavayê"
Pazarciyê sebze û şînkahiyê Hakan Tici diyar kir ku hin berhemên ku mehê çûyî bi 30 TLyî dihatin firotin vê mehê gihîştine astê 80-90 TLyî. Tici got ku di bihayê lîmonê de hinek daketin çêbûye û anî ziman ku zêdebûna mesrefên sotemeniyê û navbeynkar jî di bilindbûna bihayan de bibandor in.
Pazarciyê bi navê Cengîz Öztürk jî diyar kir ku hêza kirînê ya welatî nemaye û wiha axivî: "Hêza kirînê ya welatî tune ye. Bihayê herî kêm ne ji 50-60 TLyî kêmtir e û berhem jî bêkalîte ne. Berhemên herî bi kalîte her tim diçin aliyê rojavayê. Berhemên îskarta (xirab) jî dişînin aliyê rojhilatê. Kesê ku sibehê tê welatiyê ku rewşa wî baş e, yên ku hêza wan a kirînê kêm e jî ber bi êvarê ve tên. Bacanê sor niha ne ji 40-50 TLyî kêmtir e. Bacanê sor ê rizî û xirab bûye jî bi 25 TLyî difroşin."