Euro-Med: Divê qirkirin û koça mecbûrî bê sekinandin

Çavdêrxaneya Mafên Însanan a Ewrûpa-Behra Spî (Euro-Med), li hember qirkirin û koçkirina mecbûrî ya rejima sîyonîst ku bi sîstematîkî li ser Xezzeyê dimeşîne bang li civaka navneteweyî kir ku bila bi lez û bez tevbigerin.

Çavdêrxane di daxuyanîya ku da de, destnîşan kir ku rejima îşxalker a sîyonîst hiqûqa navneteweyî bi giranî û daîmî îxlal dike, ji hemû welatan jî xwest ku di warê aborî, dîplomatîkî û leşkerî de mueyyîdeyan bidin ser sîyonîstan.

Xeyn ji vêya, ji dadgeha navneteweyî jî hat xwestin ku derheqê rayedarên sîyonîst ên ku li Xezzeyê qirkirin û koça mecbûrî bikartînin de biryara girtinê bê derxistin û derheqê wan de doz bê vekirin.

Euro-Med, diyar kir ku bila hebûn, mal û milkên rayedarên ku beşdarî sûcê bûne bi lez û bez dest bê dayîn ser wan û qedexeya seyehatê bê anîtin. Bang li civaka navneteweyî kir û bal kişand ku divê li hember vêya jî bêdeng nemînin.

Çavdêrxane, bal kişand ku ji bona drama însanî ya li Xezzeyê dawî bibe divê civaka navneteweyî mesulîyeta xwe bicîhbîne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno