Ew ê paketên cixarê rengek û bê reklam bin

Wezîrê Tenduristîyê Ahmet Demîrcan destnîşan kir ew ê paketên cixarê rengek û bê reklam bin.

Ahmet Demîrcanê Wezîrê Tenduristîyê di Civîna Nirxandina sala 2018an a ku li Entalyayêê hat kirin de derbarê paketên cixareyan de diyar kir ew ê sepaneke nû bê anîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Cixare bo tenduristîya însan û civakê bi zirar e û tehdît e. Tu feydeya cixarê tuneye. Divê  milletê me ji vê zirarê demildest xelas bibe. Em wan sepan û verastkirinên ku di vî warî de tên kirin dişopînin. Ew ê digel sepanên nû li ser paketan reklam tunebûn û dê rengên wan wek hev bin.”

Demîrcan di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên ku dixwazin dev ji cixarê berdin dikarin li nimreya 172an bigerin, ew ê her cûr destek û alîkarî ji wan re bê kirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe