Ewlehî bûna Efxanîstanê koçberan teşwîq dike ku vegerin malên xwe

Bi hatina ewlekariya ku ji aliyê Talîban ve hat dayîn piştî bi dehan salan ji îşxalkirina Efxanîstanê, sala borî nêzî 1.8 mîlyon koçberên Efxan vegeriyan welatê xwe.

Bi dehan salan ji îşxala Emerîka û Rojava bi mîlyonan Efxanî neçar kir ku ji warên xwe birevin û gelek ji wan li cîranên Îran û Pakistanê koçber bûn.

Rapor diyar dikin ku nêzî 1.8 mîlyon koçberên Efxanî sala borî vegeriyan welatê xwe, di heman demê de tê texmîn kirin ku 7 mîlyon Efxanî hê li derveyê welat in.

Efxaniyê bi navê Mîr Hemza yê ku nû vegeriyaye welatê xwe, ji Xinhua re axivî û bi kêfxweşî behsa biryara xwe ya vegera Efxanistanê kir.

Mîr Hemze got ku çêbûna ewlehiyê li welatê wî hêviya vegerê da ye wî.

Hemze piştî ku bi salan ji ber îşxalê li Îranê ma, bi awayekî li kampeke demkî bi cih bû û berîya ku berê xwe bide bajarê xwe yê li Kunduzê û diyar kir ku ji bo avakirina jiyana xwe pêwîstiya wî bi piştgiriyê heye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno