Ewrupa Yetîm Elî, li Tirkîyeyê projeyên xwe yên Remezanê didomîne

Rayedarên Ewrupa Yetîm Elî ku di çarçoveya projeyên alîkarîya însanî de li Tirkîyeyê ne, ji xebatên xwe yên bi minasebeta meha Remezanê dabûn destpêkirin re bênavber berdewam dikin.

Ewrupa Yetîm Elî, herî dawîn li Stenbol, Bûrsa, Eskîşehîr, Seqerya, Qocaelî, Balikesîr û navçeya Bozoyuka Bîlecîkê malbatên mihtac zîyaret kir.

Ewrupa Yetîm Elî, bi desteka xêrxwazan li van bajaran ji bi sedan malbatan re alîkarîya zexîre û meddî kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê Ewrupa Yetîm Elîyê Serdar Şîşman û Temsîlkarê Hannovarê yê Ewrupa Yetîm Elîyê Abdulqadîr Yilmaz beşdarî xebatên alîkarîyê bûn û ji zarokên êtîm re cil û bergan li wan kirin û bi vê şeklê wan kêfxweş kirin.

Şîşman di fealîyeta ku kirin de agahîyan da û îfade kir ku ew li çar alîyê Tirkîyeyê bi sedan malbatan zîyaret kirine.

Şîşman destnîşan kir ku ew di meha Remezanê de ew ê li Tirkîyeyê projeyên xwe yên alîkarîyê bidomînin û dûre weha got:

“Em wek Ewrupa Yetîm Elî li Tirkîyeyê di çarçoveya projeyên xwe de bi îzna Xwedê di meha Remezanê de belavkirina kolîyên zexîreyê, meddî û ji bo êtîman belavkirina cil û bergan û sifreyên fitarîyê bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 35 hezar û 303
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê ji 100î zêdetir alim û akademîsyen şehîd kirin
Evîndarên Pêxember: Divê dev ji zimanê mehkûmiyetê berdin, stratejiyên rast bên meşandin
Qursa Qur'anê ya zarokan hat girtin
Li Nîjeryayê di camîyê de teqîn: 11 kes can dan