Feqîyên ÎTTÎHADUL ULEMA ji greva kurewî re bi zikir û duayan destekê dan

Xwendekarên medreseyê ên Yekîtîya Medreseyan û Aliman ku di warê îlmên Îslamî de telebeyan perwerde dike, bi armanca destekdayîna ji greva kurewî re zikir kirin û sureyên Fethê xwendin.

Wek hemû dinyayê li Tirkîyeyê jî ji banga “Greva Kurewî ya ji bo Fîlîstînê” re destek hat dayîn.

Ji banga grevê re ji teref HUDA PAR, Weqfa Evîndarên Pêxember, ÎTTÎHADUL ULEMA û gelek STKyan ve destek hat dayîn.

Telebeyên medreseyê ên li Dîyarbekirê ya ÎTTÎHADUL ULEMA, ji grevê re destekê dan û ji bo rojekî ji perwerdehîyê re navber dayîn.

Talebeyên medreseyê jî ji bona ku çalakîyekî cuda lidar bixin û ji grevê re bêdeng nemînin, ji bo Xezzeyê zikir, dua û Sureya Fetihê xwendin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin