Fermandarê berê yê hêzên bejayî yên rejîma sîyonîst: Mayîna me ya li Xezzeyê nêzîktirî felaketê dike

Yiftah Ron Tal, fermandarê berê yê hêzên bejayî yên rejîma sîyonîst bû, got ku nêzîkî du salan êrîşên li Xezzeyê artêşê westandiye û eger hikûmet stratejiyeke zelal pêş nexe, krîze li ber dest e.

Yiftah Ron Tal, fermandarê berê yê hêzên bejayî yên rejîma sîyonîst, bi tundî rexne li hikûmetê kir û got: "Heke em bi vî rengî li Xezzeyê bimînin, em nêzîkî krîzê dibin."

Li gorî rojnameya Jerusalem Post, Ron Tal diyar kir ku rêveberiya Tel Avîvê di şerê nêzîkî du salan de di pêşkêşkirina stratejiyeke zelal de bi ser neketiye, ev yek jî hemû destkeftiyên leşkerî yên li ser erdê xistiye talûkeyê.

Ron Tal tekez kir ku artêş ji hêla operasyonî ve ji qewetê dikeve, bi taybetî yekîneyên yedek di rewşek westandina zêde de ne. Wî got, "Şer nikare heta dawîyê bidome. Divê hikûmet armancên zelal destnîşan bike û biryar bide ku bi ku ve biçe."

Ron Tal her wiha têkçûna rejîma sîyonîst di rêvebirina alîkariyên mirovî li Xezzeyê de qebûl kir û got ku di şerê çend mehan de avahiyek berpirsiyar ji bo karûbarên mirovî nehat damezrandin û ji ber vê yekê HAMAS kontrola xwe li ser deverên sîvîlan parast.

Her ku bangên ji nav artêşê ji bo bidawîanîna êrîşên li ser Xezzeyê zêde dibin, malbatên leşkeran jî daxwaza berdana êsîran û bidawîanîna şer dikin. Tevî vê yekê, tê gotin ku rejîma sîyonîst ji bo çawa û kengê dê komkujî û qirkirin bi dawî bibe planeke zelal tune. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar