Fermandarê Îranê ku rejima sîyonîst îddîa kiribû ku wî kuştibû li Tehranê beşdarî xwepêşandanan bû

Fermandarê Hêzê Qudsê Tûmgeneral Îsmaîl Kaanî ku hatibû îddîakirin di êrîşên asîmanî yên rejima sîyonîst de canê xwe ji dest daye, di bernameya komî ya ku li Tehranê hat tertîpkirin de hat dîtin.

Li gorî agahîyên ku ji teref Ajansa Nûçeya Fermî ya Îranê IRNA ve hatîye bidestxistin, Kaanî nêzê 12 roj paşê cara yekem ketîya nav xelkê. Kaanî, di “xwepêşandanên zeferê” ku piştî agirbesta bi rejima îşxalker re hat lidarxistin û di Meydana Înqilabê de hat tertîpkirin de hat dîtin.

Di dîmenên ku hatin weşandin de, tê dîtin ku Kaanî bi tevî pasdarên xwe di nav gel de dimeşe û bi gel re sohbetê dike.

Rejima terorê, îddîa kiribû ku ew fermandarê Îranê di 13ê Hezîranê de bi êrîşên asîmanî kuştibûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno