Ameda Rengîn 1386 sal berê ji teref artêşên Îslamê ve hat fetihkirin û Ameda Rengîn bi hemû xemilandina xwe bû Ameda Muhammedî.
Li Dîyarbekirê jî bi vê minasebeta bernameya yadkirina fethê hat tertîpkirin û rihê Fethê ji nû ve hat zindîkirin.
Bername bi xwendina Qurana Pîroz ê ji teref Cebraîl Dedeoglu ve hat xwendin dest pê kir û bi axavtina Endamê Sazîya Bireveberîya Weqfa Evîndarên Pêxember Omer Çelîk ve berdewam kir.
Çelîk di axavtina xwe de qala ehemmîyeta Fetha Amedê ya di dîroka Îslamê de kir û weha got, “Di Îslamê de feth, îşxalkirina cîhekî an jî kedxwarina hemû çavkanîyên wî yên binesazî û madenên wî nîne. Mînaka vêya ya herî xweşik Pêxemberê me selat û selam li ser Wî be di fetha Mekkeyê de nîşanê me daye. Tê rîvayetkirin ku Pêxemberê me dema ku Mekkeyê fetih dike digel gelek îşkence û şehîdkirina hevalên wî, li ser Deveya xwe serê xwe xwar kirîye, hetta wisa xwe xwar kirîye û tewazûyê nîşan daye ku rîyê wî bi hefsalên deveyê wî re zeliqîne. Hemd û Senayan ji Xwedê re anîtîye û wî tesbîh kirîye. Eshabê Kîram ku vê mînaka herî xweşik ji Wî girtine, di dewra Hezretî Ebûbekîr û Hezretî Omer de Îranê, Împaratortîya Persan, herêma Şamê û Kurdistanê feth kirine û van axan îhya kirine. Dilên gemar û mirî vejîn kirin. Însanên li ser van axan ji bin zilma zalim û hikûmdaran xelas kirin.”
Çelîk di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku eshabîyên Resûlê Xwedê digel hemû zor û zehmetîya şert û mercên wê dewrê li ser pişta hesp û deveyan hatine heta Dîyarbekir, Riha, Cizîr, Colemêrg, Xetay û Mereşê, pirî cîhan jî bi peyatî hatine, “Ew bawerîya xwe bi dozekî anîtibûn. Ew ji armancekî re xizmetê dikirin. Ew ji doza îmanê re xizmetê dikirin. Ji ber vê yekê ji bona wan tu astengîyekî tinebû. Piranîya sehabîyên ku hatine van deran fetih kirine xwedî mal û malbat û zarokan bûn. Lê dema ku mesele were ser meseleya Î’layî Kelîmetullahê ew malbatên xwe hiştin, dikanên xwe girtin û dev ji mal û milkên xwe berdan û hatin van deran. Hatina wan jî ne di nav rehetîyê de bû, ew di nav gelek zehmetîyan de hatin van axan. Bi birçîbûnîyê hatin van deran. Piştî dorpêçkirina 5 mehî Rebbê me zeferê û fethê kir nisîbê wan.”
“Berxwedana ku me di eshabîyan de didît îro jî li Xezzeyê dibînin”
Omer Çelîk bi gotinên, “Ji însanê ku ku doza wî Îslam e, ji însanên ku xeyn ji Îslamê tu tiştekî ji xwe re nekirine derd re Xweda ezze we celle zû an jî dereng zeferê kirîye nisîb.” Berdewam kir û dûre weha axavtina xwe zêde kir:
“Me berxwedan, îman, serhildan, sebr û tehemmula ku di eshabîyan de dîtibû îro her çiqas jî kulmekî bin, di ehlê Xezzeyê ku li hember mustekbîrên vê rojê bi qehremanî herbê dikin û micadeleyê didin de dibînin. Wan dinyaya xwe ji Xwedê re firotîye. Wan; nefsa xwe, xwîna xwe, canê xwe û hemû tiştên xwe ji Xwedê re firotine. Wan însanên ku qasî kulmekî ne weka eshabîyên ku Amedê feth kirine, weka eshabîyên ku Şamê feth kirine, weka eshabîyên ku kulmekî bûn û li Bedrê zeferê bidestxistine ne… Îro jî sîyonîstên îşxalker û alîgirên wan Emrîka, Ewrûpa û hemû çekên wan bi artêşa îmanê re nikarin serî bigrin.”
“Dibe ku carna fethkirina hinek cîhan hêsan be lê ew ê ku herî muhîm e li ser armanca fethê mihafezekirina wê derê ye”
Çelîk di berdewama axavtina xwe de weha got, “Dibe ku carna fetihkirina hinek cîhan hêsan be, lê ew ê herî girîng ev e ku tu wê derê li ser hikmên fethê muhafeze bikî. Em wek Misilmanan bawerîya me tam e ku feth tevgerekî îhyayê ye, lê xrîstîyan û cîhûyîyên ku axên xwe winda kirine jî ji bona ku wan axên xwe zeft bikin çi ji destê wan tê bikartînin. Ew jî dev ji doza xwe bernedane. Lê tu dem bi Misilmanan re û axên Misilmanan re nikaribûne serî bigrin. Daîma bi xaîn û xwefiroştên nav me plan û projeyan xêz kirine ku van axan ji me bistînin. Di dîrokê de ev daîma ewakî bûye. Piştî Selaheddîn Eyyûbî û piştî Fatih Siltan Mehmed xwestine ku Stenbolê, Amedê, Qudsê û erdnigarîya Anatolîyê ji me bistînin û ji bo vêya jî ji xaînên xwe firoşan îstîfade kirine. Daîma dijmin bi wan kesên ku nefsên xwe ji şeytan re firotine û di nav îxanetê de bûne re tevgerîyane. Û ew jî daîma destekê dane wan.”
“Welatên Ewrûpayê ji çar alî ve êrîşê van axan kirin”
Omer Çelîk bal kişandin piştî hilweşandina Osmanî welatên Ewrûpayê ji çar alî ve êrîşan pêk anîtin, feqet gelê ku ehlê îmanê bûn wan bi micadeleyên xwe paşve şandin, “Dema ku wan welatên Ewrûpayê ji van axan vekişîyan û revîyan li pişt xwe, însanên ku ji wan jî xerabtir in kirin bela serê vî gelê. Ey xûşk û birayên min ên biqîmet û delal, dema ku ew ji van axan def bûn û çûn, însanên ku navên wan Elî, Ehmed, Mistefa û Meheme ne lê dilê wan bi rihê xrîstîyanî û fikrên ji rê derketî ve tijî ne dixebitin ku welatên me veguherînin. Ew ji xwebûn, bawerî û çanda vî welatî re herbê vekirine.”
Çelîk ji wan însanên ku ji Hezretî Omerê ku Dîyarbekirê Feth kirîye re dibêjin îşxalker û qetlîamker re got “însanên xwe xistine û firotine” dûre weha îfade kir, “Çi agahîyekî wan a dîrokê heye çi jî îlmekî wan heye. Ji xwe ew jî dizanin ku van gotinên wan derew in.”
“Zefer ew ê ya bawermenda be”
Çelîk di berdewama axavtina xwe de bang li ciwanan kir û got, “Divê em doza îman û Quranê ji vî gelê re bi îlm, hîkmet, îxlas, samîmîyet û fedekarîyê qal bikin. Ev wezîfe wezîfeya me ye. Ger ku em wezîfeya xwe bikarneynin û nekevin dilê van însanan ew ê di serî de Hezretî Omer dûre Îyaz Bîn Xanem, Xalid bîn Welîd, Silêman Bîn Xalid û eshabîyên dinê wê di roja qîyametê de ji me hesabê bipirsin. Îro em ê xêra ku 1386 sal berê eshabîyan bi samîmîyet, îman û fedekarîyê van axan fetih kirine û bidestxistine, bi veguhertina dîsa ji wê eslê xwe re dikarin bidestbixin. Ehlê Kufrê bi fîzîkî îşxalkirina axên Îslamê û welatên Îslamê li ber çavên xwe derxistîye, ew bi fîzîkî êdî naxwazin van deran îşxal bikin, çîmkî nikarin bikin. Lê ji xwe bi fikrî û rihî ketine nav erdnigarîya Îslamê. Ji ber tembelî û xefleta me vana bidestxistine…
Lê binerên bi hezaran û milyonan ciwanên me weka wan dibînin, weka wan dimeşin û weka wan tevdigerin, çima? Çîmkî ew wisa dixwazin. Ciwanên me weka wan dixwin û vedixwin û weka wan difikirin. Tu Mumin û Misilman nikare di bin obala vêya de derkeve. Wezîfeyekî me yê wek di nav rihê seferbertîyê de hezkirin û qalkirina Îslamê ji vê civakê re bikin heye. Hûn baş bizanibin ku dijmin tu dem kêfa xwe nanêre, îstîrehetê nake. Daîma êrîş dike. Heger em wezîfeya xwe bicîhneynin ew ê li ser rûyê erdê fitneyekî mezin çêbibe. Dema ku em îro li halê erdnigarîya Îslamê dinêrin; gelek camîyên me hene, camîyên me jî tijîne lê hêna jî Xezze êsîr e. Ereqan hêna jî êsîr e. Hêna jî bombe li ser serê Yemenê dibarin. Çima? Çîmkî me wezîfeya xwe bi heqî bicîh neanît. Me piştgirîya hev nekir. Ji ber vê yekê ye ku ew erdnigarîya Îslamê kirine wek gola xwînê.
Em mecbur in ku di nav samîmîyetê de bixebitin. Dinya ji gelek meseleyên mezin re bihemleye. Em ê vêya di demeke nêz de bibînin. Heger Xwedê îzîn bide ew ê piranîya xûşk û birayên me yên li vê derê vana bibînin. Ger ku em vê pêvajoyê baş bidin meşandin û îdarekirin, ger ku em îttîhad û yekîtîyê temîn bikin; ger ku em ji bo Îslamê di nav îman, îxlas, îlm û hikmetê de bixebitin ew ê zefer jî yê ya bawermenda be.”
Bername, bi îlahîyên ku ji teref hûnermendan ve hat xwendin berdewam kir.
Dûre hemû gel bi meşaleyan û bi cil û bergên mînak eshabîyan heta Hezretî Suleyman meşîyan.
Meşa ku bi tekbîr û selewatan hat lidarxistin, bi duaya ku ji teref Mele Remzî Uçar ve hat xwendin dawî bû. (ÎLKHA)