Fîlîpînê bahoz: 8 mirî

Li Fîlîpînanê ji ber bahoza sûper Man-yi herî kêm 8 kes mirin.

Rayedarên wîlayetê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ji ber bahoza super Man-yi ya ku dawiya hefteyê li Fîlîpînan xist, herî kêm 8 kes mirin û li herêmên ku bahoza lê derbas bû lehî rabû û ax şemitî.

Ofîsa Kêmkirin û Rêvebiriya Rîska Afatê ya Parêzgeha Nueva Vizcaya (PDRRMO) piştrast kir ku li bajarê Ambaguio ji ber şimitîna axê malên wan herî kêm 7 kesan canê xwe ji dest dane.

Serokê Fîlîpînanê Ferdinand Romualdez Marcos ji rojnamevanan re got ku kesekî din li parêzgeha Camarines Norte, li başûrê rojhilatê Manila mir.

Civata Kêmkirina Rîska Afatê û Rêvebiriya Netewî, koordînatorê sereke yê karesatê ye, hîna derbarê ziyanên canî û ziyanên ji ber Man-yi de daxuyaniyek nedaye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin