Filistînî di 3yemîn îna Meşa Mezin a Vegerê de li sînor civîyan

Xelkê Filistînê di 3yemîn îna Meşa Mezin a Vegerê de li sînor civîyan û li wê derê nimêja înê eda kirin.

Berî niha di bergeha xwepêşanên ku li Filistînê hatibûn destpêkirin de ev în wek “Roja Rakirina Ala Filistînê û Roja Şewitandan ala îsraîl” hatibû îlankirin û ji xelkê bang hatibû kirin da ku beşdarî xwepêşanan bibin.

Îro ji wextên şeveqê pê de xelkê Filistînê yê ku bang lê hatibû kirin ala Filistînê girtin destê xwe û berê xwe dan sînor. Hinek xwepêşandar jî qerpalên siyonîstan girtin destê xwe da ku bişewitînin.

Xelkê ku nimêja înê li ser sînora Xazzê eda kir lastîkan şewitand da ku hêzên îşxalker wanan nebînin.

Di xwepêşanan de sûretên Selmanê Welîahdê Sûid ê ku di wan rojên borî de daxuyanîyên piştgirîyê bo siyonîstên îşxalker dabû jî hatin şewitandin.

Piştî nimêja înê siyonîstên îşxalker bi çekan êrîş birin li ser xwepêşanderan. Hat ragihandin di xwepêşanên îro de çend kes birîndar bûne.

Di xwepêşanên ku di 30ê Adarê destpêkirin û hêj berdewam dikin de heta niha 34 Filistînî şehîd bûn û zêdetirî 3 hezaran kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin