"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe

Fîloya navneteweyî ya ji bo şikandina dorpêça li ser Xezzeyê ji gelek deverên Behra Spî dest bi rê kir. Ev destpêşxerî hem ji aliyê deryayê ve hem jî ji aliyê bejahî ve di heman demê de pêş dikeve.

"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2", ku armanca wê şikandina dorpêça li ser Şerîda Xezzeyê ye, roja Înê ji welatên cûrbecûr dest bi seferê kir. Di bin serokatiya Koalîsyona Fîloya Azadîyê de tê organîzekirin, ev destpêşxerî bi dehan keştî û qeyikan ji benderên cûrbecûr ên Behra Spî vedihewîne.

Li gorî organîzatoran, filoya ji 70î zêdetir qeyik û keştîyan pêk tê. Sefer bi giranî ji bendergehên Barcelona û Tunisê têne destpêkirin.

Nêzîkî 3.000 kes ji zêdetirî 100 welatan beşdarî vê înîsiyatîfê dibin. Beşdarvan parlamenter, parêzvanên mafên mirovan û kesayetên giştî ji welatên cuda ne.

Di nav filo de tîmek jî heye ku li ser sektora tenduristiyê disekine. Ev tîm, ku ji nêzîkî 1000 pisporên tenduristiyê pêk tê, alav û pêdiviyên bijîşkî ji bo piştgiriya pergala tenduristiyê ya li Xezzeyê hildigire. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno