Temamê Fîloya Berxwedanê ji bendera Bizerte ya Tunisê li dijî dorpêça Xezzeyê vê sibehê derketin rê.
Ji xeynî Tunisê, ji Îtalyayê jî keştî beşdarî Fîloyê bûn, tê texmînkirin ku wê di rojên pêşerojê de ji Yewnenîstan û Îspanyayê jî keştî beşdarî Fîloyê bibin. Di fîloyê de ji 40 welatan çalakvanan hene. Di keştîyan de bi dehan ton melzemeyên alîkariyê hene û tê texmînkirin ku di nava 10 rojan de wê bigihîjin nava ava Filistînê.
Doh keştîya “Marînat”ê ku ji teref kaptanekî Tunisê ve dihat îdarekirin û aktîvîstên Ewropayî vediguhast, ji bendera Bîzerteyê hat oxirkirin.
Lêbelê, dema ku ew keştî di nav avên Tunisê de bû, du keştîyên wê bi bombeyên şewatê yên ku ji hêla dronan ve hatin avêtin, hedef hatin girtin. Rayedarên Tunisê diyar kirin ku êrîş bi zanebûn hatiye kirin û lêpirsînek dane destpêkirin. (ÎLKHA)