Fîloya Sumud a Cîhanî tê Marmarîsê

Fîloya Sumud a Cîhanî ku ji bo şikandina dorpêça li ser Xezzeyê dixebite, ragihand ku ew ê ji Yewnanistanê ber bi Tirkîyeyê ve biçe.

Daxuyaniyek li ser hesabê medyaya civakî yê filoyê hat weşandin û diyar kir ku filoya wê îro ji Yewnanistanê ber bi Tirkîyeyê ve biçe. Di daxuyaniyê de hat gotin ku zêdetirî 30 keştî wê tevlî keştîyên ku li benda gihîştina wan li Marmarîsê ne bibin da ku civînek navneteweyî li dar bixin, ku tê de stratejiya siyasî ya tevgerê dê were nirxandin û merhaleyên din ên mîsyonê werin nîqaşkirin.

Daxuyaniya ji filoyê destnîşan kir ku merhaleya nû ya mîsyonê ew ê di 12ê Gulanê de di civîneke çapemeniyê de ji raya giştî re were ragihandin, ku tê de pabendbûnên ji bo parastina mîsyonên alîkariyê yên pêşerojê dê bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl û piştgirên siyasî werin ravekirin.

Daxuyaniyê her wiha destnîşan kir ku ji ber "qorsantî, revandin û îxlalkirinên ku li avên Ewropayê têne kirin" ên ku ji hêla rejîma îşxalker ve li avên navneteweyî pêk tên, dê destpêşxeriyên qanûnî û siyasî werin rojevê.

Peyama ku di fîloya keştiyê de hat parvekirin, her wiha banga "Azadî ji bo Saif û Thiago" jî dihewîne, ku çalakvanên berê ji aliyê rejîma îşxalker ve hatibûn revandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno