Fînala bernameya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" ew ê dawîya vê hefteyê li Dîyarbekirê were lidarxistin

Weqfa Evîndarên Pêxember ew ê piştî bernameyên perwerdehiya nimêjê ji bo zarokan, roja Yekşemê 27ê Îlonê saet 2yê piştî nîvro li kompleksa Mizgefta Kurşunlu ya li Dîyarbekirê, fînala bernameya "Jîyan bi Nimêjê Xweş e" li dar bixe.

Bernameya çalakiyên "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" yên îsal, ku her sal tên lidarxistin, hat eşkerekirin. Bernameya dawî ya çalakiyan, ku li gelek bajar û navçeyan pêk tên, wê roja Yekşemê, 28ê Îlonê, saet 14:00an de li Kompleksa Mizgefta Kurşunlu ya li Dîyarbekirê were lidarxistin.

Yakup Kaya, endamê Lijneya Rêvebir a Weqfa Evîndarên Pêxember, li ser armanc û naveroka giştî ya bernameyên nimêjê, û her weha bernameya Dîyarbekirê, ku wekî fînala bernameyê hatiye destnîşankirin, daxuyanî da û hemû xelkê Dîyarbekirê dawetî bernameya ku ew ê vê dawîya hefteyê were lidarxistin kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Welatî şibîyî kuçeyan
Bila navê Balafirgeha Sabiha Gökçenê bê guhertin
Toz, taritî û qeza
Mamoste klîba komên nebaş nîşanî xwendakaran daye!
Li Rihayê di mezinahîya 5,8an de erdhej