“Fransa bûye welatekî rastîyên ku dizane nabêje”

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir “Fransa bûye welatekî rastîyên ku dizane nabêje.”

Mevlut Çavuşogluyê ku Wezîrê Karên Derve ye bo ziyaretinan hat Diyarbekirê û bi endamên çapemenîyê re hat bal hev.

Çavuşoglu di daxuyanîya ku da endamên çapemenîyê de derbarê qerara Trump  a betalkirina alîkarîya ku ji YPGê re de destnîşan kir ev qerareke derengmayî ye.

 “Zêdetirî 500 hezar Kurdên ku ji cihê xwe hatine kirin hene”

Çavuşoglu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir zêdetirî 500 hezar Kurdên ku ji cihê xwe hatine kirin hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Exlebeyê van ji teref YPGê ve hatine derxistin. Lê bes ne Kurd, gelên din jî hene. Bo ev însan cardin vegerin divê mesref bê kirin. Divê li wan herêmên ku ji DAIŞê hatine paqijkirin însan baştir bijîn. Ha wê demê em dikarin li van bajarên Sûrîyê aramîyê tesîs bikin.”

Fransa bûye welatekî rastîyên ku dizane nabêje

Wezîr Çavuşoglu derbarê pirsa ji teref Fransayê ve şandina leşkeran bi Minbicê de jî wiha axivî: “ Em bi welatekî ku li xwe heyirî maye êdî nizane çi bibêje re rû bi rû mane. Lê di ya rastîyê de Fransa ji wan welatên din rastîyên li Sûrîyê dizane. Heta îro li ser xêza rast pêşve diçûn. Lê mixabin di van pêlên dawî de Fransa bûye welatekî rastîyên ku dizane nabêje. Wê xebera şandina leşkeran bi Minbicê dû re sererast kirin, tekzîb kirin. Tel Rifat hêj nehatiye bidestxistin. Welatîyên li wê derê dikin feryad û fîxan û dixwazin ji PKK û YPGê xelas bibin.”(ÎLKHA)

 






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin