Gamêşê ku şibandin "Donald Trump" ji qurbanbûnê filitî

Li Bangladeşê, gava tûfikeke porê zer a li ser serê gamêşekî albîno di medyaya civakî de bû vîral, ew heywanê ku navê "Donald Trump" lê kiribûn, di Cejna Qurbanê de di kêliya dawî de ji serjêkirinê filitî.

Gamêşê albîno (boz) ê nadir ê ku li cotkariyeke nêzîkî bajarê Dakkayê yê paytexta Bangladeşê tê xwedîkirin, bi rûxsarê xwe yê xerîb û balkêş bû fenomena nû ya medyaya civakî.

Ji ber tûfikeke porê zer a li ser serê wî, heywan şibandin Serokê DYA'yê Donald Trump û ji aliyê karkerên cotkariyê ve jî heman nav lê hat kirin.

Gamêşê nêzî 700 kîloyî yê ku beriya Cejna Qurbanê hatibû derxistin firotinê, di şert û mercên asayî de ji bo serjêkirinê ji kiryarekî (muşteriyekî) re hat firotin. Lê belê, ligel ku dîmenên heywan di medyaya civakî de zû belav bûn, rewş bi tevahî guherî.

Li cotkariyê ku di demeke kurt de ji aliyê bi hezaran kesan ve hat ziyaretkirin, gamêş adeta bû "fenomenek"; her weha dîmenên hin ziyaretvanên ku porê heywan şeh dikirin jî bal kişandin. Li ser zêdebûna eleqeyê, Wezareta Karên Navxweyî ya Bangladeşê ket dewrê û pêvajoya serjêkirinê rawestand.

Karbidestiyan (rayedaran) diyar kir ku ji ber "eleqeya gelemperî ya derveyî pîvanan û fikarên ewlehiyê", heywan ji qurbanbûnê muaf (bêpar) hatiye girtin. Dema ku pereyê kiriyar hat îadekirin, hat ragihandin ku dê gamêş veguhastî Baxçeyê Heywanan ê Neteweyî yê Dakkayê bikin.

Bi vî rengî, çîroka ku wekî qurbaniyeke asayî dest pê kiribû, bi xêra "şêwaza porê Donald Trump" veguherî fenomena herî balkêş a medyaya civakî ku bi filitînê bi dawî bû.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de serbırnayışê qurbanan ê çar dezgehanê yardım dest pêkerd
Karwana Hêvîyê li Cizîrê goştê qurbanê gihand bi hezaran malbatan
2 kes birîndar bûn
HÜDA PARê bi partiyên siyasî re cejn pîroz kir
2 kes mir, 7 kes jî birîndar bûn