Gel destûrê nade malên fûhûşê

Li Êlihê ji teref kesên ne diyar ve camên avahîyeke ku ji bo fûhûşê dihat bikaranîn bi kevir û daran hat şikandin.

Li Êlihê ji teref kesên ne diyar ve camên avahîyeke ji bo fûhûşê dihat bikaranîn bi kevir û daran hat şikandin û bi vê yekê welatîyan destnîşan kir ku ew bêexlaqîyên wisa naxwazin.

Di demên dawî de li Êlihê di hejmara malên rojane yên ku wek mekanê fûhûş û narqotîkê tên bikaranîn de zêdehîyek mezin heye. Li taxa Şîrînevlera Êlihê li ser Kolana Toptancilara avahîyeke 4 qat ya ku qatê binî wek kafe dihat bikaranîn û her çar qatên din jî ji bo fûhûşê dihat bikaranînîn ji teref kesên ne dîyar ve camên wê bi kevir û daran hat şikandin.

Şahidên hedîseyê îfade kirin ku kesên bi kevir û daran camê avahî şikandin xwestin agir bera avahîyê din; lê belê ji ber ku însan di avahîyê de hebûn dev ji vê yekê berdan û ji cîyê bûyerê dûr ketin.

Gelên taxê îfade kirin ku ew nizanin bûyer ji teref kê ve hatiye rastkirin, lê belê ew bê exlaqî û fûhşîyatên wisa li taxa xwe naxwazin.

Piştî xeber hat dayîn ekîbên polêsan hatin cîyê bûyerê û derbarê mijarê de lêpirsîn dan destpêkirin. (ÎLKHA)








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin