Gelê Xezzeyê piştgiriyek mezin ji bo "Karwana Sedsalê" nîşan dide

Eşîr û gelê Xezzeyê bi evîn û spasdarîyê Fîloya Berxwedana Cîhanî, ku wekî "Karwana Sedsalê" dihat binavkirin, hembêz kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Xezzeyê ne bi tenê ye; dil û malên me ji bo rêya azadan vekirî ne."

Eşîr û beşên nifûsa li Xezzeyê bi coş piştgirî dan Fîloya Berxwedana Cîhanî ya ku ji bo şikandina dorpêçê dest bi xebatê kir.

Yekîtiya Eşîrên Xezzeyê daxuyaniyek weşand û got, "Ev karwana pîroz bi îradeya azadan dimeşe. Xezzeyê bi tenê nîne. Mal, kon û dilên me ji bo hemî mêr û jinên azad ên ku di vê rêwîtîya pîroz de dest pê dikin vekirî ne."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev înîsîyatîf ronahîyek hêvîyê ye ku her zarok û dayîkek li Xezzeyê li bendê ye û hat gotin, "Ev gav nîşan dide ku dengê me gihîştiye wijdanê cîhanê."

Ji xelkê Xezzeyê hat xwestin ku bi tundî piştgiriya xwe ji bo karwanê nîşan bidin û gotin, "Werin em hemû spasîya xwe ji van qehremanên ku ber bi Xezzeyê ve çûn re nîşan bidin."

Fîloya Berxwedana Cîhanî ji bona ku dorpêça ku bi salan e ji teref rejîma sîyonîst ve hatiye ferzkirin bişkîne ji Behra Spî derket rê. Di nav fîloyê de aktîvîstên ji çar aliyên cîhanê hene. Li beravên Îtalyayê, tê texmînkirin ku bi dehan aktîvîst û keştîyên nû yên ku bi tonan alîkariyên mirovî hildigirin tevlî fîloyê bibin.

Bi vî awayî, ev tevger, yek ji mezintirîn înîsiyatîfên cîhanî ye ku bi rêya behrê li ser navê hevgirtina mirovan tê kirin, bêdengiya siyaseta navneteweyî dişkîne û wijdanê kolektîf ê mirovahiyê eşkere dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar