Generalê işxalkeran: Em ê nikaribin HAMASê têk bibin

Generalê xanenişîn ê rejîma işxalker Orgeneral Yitzhak Brîk diyar kir ku işxalkeran nikarin li dijî HAMASê li Xezzeyê bi ser bikevin û banga qebûlkirina têkçûnê kir.

Brîk di gotara xwe ya ji bo rojnameya işxalkeran Haaretz de got, "Em li Xezzeyê têkoşîna xwe didomînin, em gelek caran êrîşî herêmên ku îşxal kirine dikin, êrîşên bêwate dikin û em berdêla wî jî bi xwînê didin."

Brîk, destnîşan kir ku rejîma îşxalker avahiyan wêran kiriye û weha got: "Şer, ji ber ku HAMASê ji cîhê mirîyên xwe re bi ciwanan tijî dike, ji bo zirara îsraîlê dîsa nû dibe."

Brîk diyar kir ku "îsraîl ji ber ku hêza wê ya pêwîst tune ye ew ê nikaribe yek ji armanca xwe jî pêk bîne" û wî destnîşan kir ku artêşa îşxalker li hemberî HAMASê ew ê nikaribe bi ser bikeve.

Brîk bang li Netanyahûyê îşxalker jî kir û got, "îsraîl wê nikaribe HAMASê têk bibe û êdî dem hatiye ku em winda bikin. Ji ber ku berdewamkirina şer wê serketinê neyne, berovajî wê têkçûna îsraîlê ew ê bi êştir bike." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê