“Ger tu ne Alman bî tu nikarî xwarinê bixwî”

Li Almanyayê sazîyeke alîkarîyê daxuyand ew ê bes ji kesên ku nasnameya wan a Alman hebe re xwarinê bidin.

Sazîya alîkarîya xurekê ya bi navê Essener Tafela ku li Almanya xebatên xwe birêve dibe  destnîşan kir ew ê bes alîkarîya xurekê ji wan kesên  ku nasnameya Alman hebe re belav bikin.  Ev qerara ku hat eşkerekirin  ji teref gelek aktîvîstên mafên mirovan ve hatin şermezarkirin û vê qerarê wek “helwesteke nîjadperest” wesfandin.

Serokê sazîya alîkarîyê Jorg Sartor derbarê mijarê de wiha got: “ Ji ber ku ew kesên ne Alman in xwedîyê pir zarokan in hema ji nişka ve hejmera wan gihaşt ji sedî 75an. Ji ber vê yekê me şert danî ew kesên ku tên xwarinê ‘nasnameya Alman’ nîşanî me bidin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe