Gere 9 hezar nexweş bi lezgînî ji Xezzeyê bên derxistin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji bo tedawîkirinê divê 9 hezar nexweşên li Xezzeyê bi lezgînî bên derxistin.

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus di daxuyaniya xwe ya derbarê rewşa tenduristiyê ya li Xezeya ku di bin êrîşên dijwar de ye, daxuyanîyek belav kir.

Ghebreyesus di daxuyanîya xwe de diyar kir ku ji 36 nexweşxaneyên li Xezeyê tenê 10 nexweşxabe xizmetên herî kêm pêşkêş dikin û bi hezaran nexweş li wir jî ji xizmetên tenduristiyê bêpar mane. Ghebreyesus dûre wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “"Kesên ku bi nexweşên mîna penceşêrê, birînên bombebarankirinê, diyalîza gurçikan û rewşên kronîk ên din ku hejmara wan 9 hezar e lazim e bi lezgînî werin derxistin," (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê