Germahî wê ji îro pê ve heta 12 dereceyan zêde bibe

Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê, daxuyand ku ji îro pê ve ew ê germahîya hewayê ji rojavayê dest pê bike û belavê seransaerê welat bibe. Wê li hinek herêman germahî heta 12 dereceyan derkeve ser germahîya demsalê.

Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê, hişyarî da ku ew ê li giştîyê Tirkîyeyê germahî li gorî pileya demsalê jî zêdetir be. Li gorî nirxandinên ku hatine kirin, wê germahî li alîyê rojavayê welat dest pê bike û li giştîyê welat tesîra xwe zêde bike, qasî 6 an jî 12 dereceyan derkeve ser germahîya demsalê.

Hat îfadekirin ku wê di 19-25ê Tîrmehê de li hinek bajaran germahî derkeve heta pileya rekorê. Germahîya zêde bi taybetî wê di seatên nîvroyê de dest pê bike û ji bo îxtîyar, zarok û nexweşîyên ku kronîk hene rîsk çêdike.

Xeyn ji vêya îro li giştîyê welat dinya ewr e.

Li gorî meteorolojîyê ew ê li nav alîyê herêma Behra Spî, bakur û rojavaya Anadolîya navîn, gelek cîhên Behra Reş, bakur û hinek bajarên herêmê baran bibare.

Bi taybetî ew ê li Qastamonû, Çankiri û derdorên Çorimê piştî seatên nîvroyê baraneke dijwar bibare.

Rayedaran ji bo van rewşan hişyarî dan û bi teybetî ji bo herêmên germ di navbera seatên 11.00-17.00an de got ku bila welatîyên me heta ku mecbûr nemînin dernekevin derve. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno