Germahîya hewayê wê 15 pile dakeve, wê berf û baran were

Tirkîye wê sibe şûnve bikeve bin tesîra hewaya sar û şilî ya ku ji alîyê Balkanan ve were. Ew ê germahîya hewayê roja sêşemê ji alîyê bakurrojava, roja çamşembê jî li giştîyê welat 10 û 15 pile kêm bibe.

Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, rapora dawîn a texmînên xwe yên hewayê parve kir. Li gorî daneyên dawîn ew ê giştîyê welat, ji 18ê Adara roja Sêşemê şûnve bikeve bin tesîra hewaya sar û şilî ya ku li ser Balkanan were.

Hewaya sar û şilî ew ê heta 24ê Adara roja Duşemê berdewam bike.

Tê texmînkirin dê li alîyê rojavaya welat piranî baran bibare, li alîyê nav welat jî bi tevî baranê dibe ku berf jî bibare.

Germahîya hewayê li Enqere, Bolû û Erziromê dakeve binê sifirê -4 pileyî; li Qonyayê bibe -3 pile. Termometre li Srenbolê 2, li Îzmîr, Semsûn, Trabzon û Dîyarbekirê 3 pile, li Entelyayê jî 6 pileyî nîşan bide.

Tê texmînkirin ku di seatên êvarê û serê sibehê de buz û qeşa jî çêbibin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno