Germahîya hewayê wê hefteya ku were bi lez dakeve

Pêla hewaya sar a ku ji Balkanan tê wê ji 18ê Adarê pê ve li Tirkiyeyê jî tesîrdar be. Germahiya hewayê wê 10-15 pile dakeve û di bin normên demsalî de be, li hinek herêman jî tê texmînkirin ku berf bibare û sermaya çandiniyê bibare.

Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê rapora hefteyekê ya pêşbîniya hewayê ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê eşkere kir. Li gorî raporê, pêleke hewaya sar û baran a ku ji Balkanan tê, ji 18ê Adarê roja sêşemê pê ve wê tesîrê li tevahiya welat bike.

Tê texmînkirin ku germahiya hewayê roja sêşemê li herêmên bakur rojava û ji roja çarşemê jî li seranserê welat 10 heta 15 pile dakeve. Serma wê heta 24ê Adarê roja duşemê bidome û germahî di bin normên demsalî de be.

Tê texmînkirin ku li herêmên rojava baran û berf bibare, li herêmên hindir û rojhilat jî şilope û berf bibare. Tê texmînkirin ku germahiya hewayê bi taybetî li Enqere, Bolu û Erziromê dakeve 4 pile, li Qonyayê 3 pile, li Stenbol 2 pile, li Îzmîr, Samsûn, Trabzon û Diyarbekirê 3 pile û li Antalyayê jî 6 pile be.

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê diyar kir ku ji ber daketina germê ya ji nişka ve li qadên hilberîna çandiniyê metirsiya cemedê heye û hişyarî da cotkaran ku tedbîran bigirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê