Germahiya zêde tendurustiya dil dixe bin metirsiyê

Bi bilindbûna germahiya hewayê ya di ser normên demsalê re, pispor destnîşan dikin ku divê bi taybetî nexweşên dil û damaran bêtir baldar bin.

Serekhekîmê Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Bajar a Mêrsînê û Pisporê Kardiyolojiyê Prof. Dr. Mehmet Ballı diyar kir ku hewayên germ barê xebata dil zêde dikin û bi vî awayî dikarin rîska krîza dil bilind bikin.

Ballı anî ziman ku di germahiyên di ser 30 pileyî re, laş ji bo ku hênik bimîne bêtir dixebite û ev rewş jî dibe sedem ku dil bi awayekî zortir (dijwartir) xwînê bimpompe bike. Ji ber vê yekê bal kişand ser wê yekê ku di mehên havînê de di bûyerên krîza dil de zêdebûn dikare were dîtin.

Ballı destnîşan kir ku di hewayên germ de windabûna şilek (av) û elektrolîtan lezûbez dibe û bi taybetî nexweşên kronîk ên dil û damaran divê girîngiyê bidin vexwarina avê ya di asta têrker de. Pisporê ku diyar kir ji bo kesên ku tu astengiyeke wan a tendurustiyê nîn e, rojane herî kêm 2,5 lître vexwarina şilekê dê bi fêde be, got ku divê vexwarina bingehîn av bixwe be. Ballı anî ziman ku dew û ava madenê (soda) dikarin piştgiriyê bidin hevsengiya elektrolîtan, lê vexwarinên bişekir û bi gaz, her wiha çay û qehwe cihê avê nagirin.

Ballı di warê xwarinê de jî hişyarî dan û destnîşan kir ku xwarinên giran û bi rûn dikarin barê dil zêde bikin, ji ber vê yekê di mehên havînê de divê xwarinên siviktir werin tercîhkirin.

Navê pispor pêşniyar kir ku di saetên nîvro de yên ku tîrêjên rojê herî zêde ne, heta ku pêkan be mirov dernekevin derve û di hewayên pir germ de xwe ji çalakiyên fîzîkî yên giran dûr bixin.

Ballı diyar kir ku derbasbûna ji nişka ve ya di navbera hawirdorên germ û sar de jî bandoreke neyînî li rîtma dil dike û da zanîn dema ku mirov bi xwêdan be, di carekê de ketina hawirdorên pir sar an jî xweavêtina nav ava sar dikare xerabûna rîtma dil tetik bike.

Ballı anî ziman ku di karanîna klîmayê de jî divê mirov xwe ji germahiyên pir nizm dûr bixe û li gotinên xwe zêde kir ku hêla germahiya hawirdorê di astên wisa de be ku laş bi hêsanî bikare xwe li ber bigire, ji bo tendurustiyê çêtir e.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

İlacê vişêniya manewi Qur'an u sunneto
Şûşeyên araqê dibin sedema fikarê
Jiyana xwe ji dest da
Jiyana xwe ji dest da
Li hember provokasyona alaya LGBTÎ ya li ODTUyê bertek nîşan da