Wezîra Xizmetên Civak û Malbatê Mahînur Ozdemîr Goktaş, daxuyandibû ku ew kredîya zewacê ya ji bo ciwanan li herêmên erdhejê dabûn destpêkirin belavê hemû bajarên welatê kirin.
Goktaş, diyar kir ku li Stenbolê tenê di nav 48 seatên dawîn de ji 3 hezar û 500 kesan zêdetir ciwan serlêdana kredîya zewacê kirine.
Desteka kredîya bêfaîz ya ku hefteya borî hatibû daxuyandin gelek deng da.
HUDA PARê, salên borî ji hikûmetê re ji bo teşwîqkirina zewacê pêşnîyaran dabû.
Ciwanên ku serlêdana kredîya zewacê bikin divê van şertan bi wan re hebin:
- Welatîyê Komarîya Tirkîyeyê be û li Tirkîyeyê bijî
- Li gorî dîroka serlêdanê divê di navbera 18-29 salî de be
- Divê Mal û milkê wî tinebe û hîssedar jî nebe
- Dahata zewacê ya navencî ya 6 mehên dawî û tevaya hatina wan a meha dawî divê ji 2,3 qatê mûçeya herî kêm nebe.
- Divê di navbera dîroka serlêdanê û roja mehrê de herî kêm 2 meh herî zêde jî 6 meh hebe.
- Divê soz bidin ku ew ê beşdarî xizmetê şêwirmendî û perwerdehîya ku wezaret berîya zewacê bide wan bibin.
- Divê soz bidin ku ew ê di nav 2 salan de beşdarî xizmetên perwerdehîyê ya ku wezaretê bide wan bibin.
- Divê berê jî di çarçoveya projeyê de vê kredîyê nestandibe.
Mirovên ku dûçarê effûyê bûne; Yên ku ji sûcên xerakirina ewlehîya dewletê, dûzena makeqanûnê û bikaranîtina vê kanûnê re û ji sûca cînsî ceza girtibin nikarin serlêdana kredîya zewacê bikin.
Yên ku ji ber tîcaret û çêkirina tiryakê mehkûmîyetên wan hene û yên ku tiryakê bikartînin jî nikarin ji kredîya zewacê fêde bibînin. (ÎLKHA)