Gola Urmîye bi zûwabûnê re rû bi rû maye

Gola Urmîyê ya ku duyemîn gola mezin a bi xwey a cîhanê ye ji ber hişkesalîyê di salekê de 23 kîlometre ava wê vekişîya.

Li parêzgeha Azarbeycana rojava ya Îranê, Gola Urmîyê ya ku gola bi xwey a duyemîn gola mezin a cîhanê ye ji ber hişkesalîya ku heye ava golê 23 kîlometre vekişîya.

Rayedaran derbarê mijarê de diyar kirin ava golê gelek zêde kêm bûye û li gor sala borî ava golê di warê kûrahîyê de 2 santîmetreyan kêm bûye.

Gola Urmîyê berîya hişkesalîyê li qadeke 5 hezar û 200 kîlometre berbelav bû û cihê herî kûr a golê 16 metre bû.

Ji ber hişkesalîyê ava golê her ku diçe kêm dibe û ev yek jî tesîreke neyînî li ser zireat û çandinîyê dike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe