Di 23ê Çileya 1987an de li Gundê Zaxûran û Gundikêportî yên girêdaye Navçeya Mîdyada Mêrdînê ji teref PKKê ve 7 jê zarok bi temamî 10 kes hatibûn qetilkirin. Bi sedem qetlîamê bernameyek bi bîranînê hat tertîbkirin.
Di 31emîn salvegera qetlîamê de ji teref qeymeqamîya nevçeya Midyadê ve bernameya bi bîranînê li ser goristana gundê Zaxûranê hat tertîbkirin.
Bernameya bi bîranînê li dibistana sereke û dibistan navîn ya gundê Gundikêportî hat tertîbkirin û di wekaleta Qeymeqamê Midyadê Hûseyîn Tekîn de wekîlê Qeymeqam û Serokê Şaredarîya Kerboranê Mehmet Yaşar Yeşîltaş, Wekîlê Alîkarê Fermanderê Cendermeyan yê Alaya Mêrdîn Albay Îlker Gonel û erkanên leşkerî û gundî beşdarî bernameya bi bîranî bûn.
Bernameya bi bîranînê bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û ji tetef Miftîyê Mîdyadê M. Şafî Bîlîk ve ji bo kesên hatibûn qetilkirin dia hat kirin.
Wekîlê Qeymeqam û Serokê Şaredarîya Kerboranê Mehmet Yaşar Yeşîltaş, di bernameyê de axifî û destnîşan kir ku zîhnîyeta dikaribe zarokên di dergûşê de dahî bikuje ewqas ji rê derketiye. Lê belê ehlê gund ji PKKê re qet serî netewend.
M. Şîrîn Akçayê merivê kesên hatibûn qetilkirin di bernameyê de axifî û ji kesên hatîye qetilkirin re rehmet xwest û îfade kir ku PKK rêxistinek kirêkar û dest bixwîne, êdî lazem e gelê Mislimanê Kurd vê zîhnîyetê nas bike û veya fêhm bike.
“Ev rêxistin, rêxistineke kirêkar e û wek rêxistineke sîyasî qethîyen divê neyê qebûlkirin”
Akçay, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “PKK ji yekîtîya gel re tehemul nake. Dixwaze li herêma me li ser malpera civakî û bi rastî ji dixwazin deverên me bikin gola xwînê. Ev rêxistina destbixwîn û qatilê zarokên dergûşê bi bombe û mayinên ji dûrve tên teqandin êrîşî polês, leşker û sivîlên me yên mehsûm dikin. Vê rêxistina xwîn mij heta do doza sosyalîzmê dajotin lê belê îro ji Emerîkaya emperyalîst re xulamtîyê dikin. Divê Kurdên Misliman bizanibin ku PKKe rêxistinek firoker e. Ev bi salaye qaşo serokên rêxistinê li ser xwîna Kurdan tîcaretê dikin. Van xwînmijana bêrîkên xwe bi dolara dagirtine, îdîa dikin ku ew mafê însanan diparêsin, lê belê bi rastî ew mafên însana bi tu tiştekî nahesibînin. Însanên mehsûm ji xwe re kirin hedef û ew qetilkirin. Bi salaye gelên vê herêmê bihev re dijîn, ji hevre bûne bira, qîz dane hev lê belê ev rêxistina taşeron ji bo fitnê têxe navbera wan çi ji destê wê tê deke û lazim e qethîyen şaxê vê rêxistinê yê sîyasî wek muxatab neyê qebûlkirin.”
“Êşa me weke roja ewil nû ye”
Lawê parasvanê ewlehîyê yê ku di êrîşê de hatibû qetilkirin Basrî Agirman jî îfade kir ku me qethîyen ev qetlîama ji bîr nekirîye û emê nedin jibîr kirin û wiha got: “Şehîdên me yê herî biçûk du salî ye û yê herî mezin jî 70ê salî bû. Rêxistina ji xwînê têrnabe emê vê qetlîama wan kirîye qethîyen ji bîr nekin û emê nedin ji bîr kirin. Di rêya vê rêxistina ku qesdî yekîtî bû biratîya me dike de me gelek şehîd dan û emê di vê rêya de dewam bikin. Qethîyen wê nikaribin çavê me bitirsînin. Li ser van axana bi hezarsalane em wek Tirk, Kurd û Ereban em wek bira di nava aştîyê de dijîn û emê wisa dewam bikin û bijîn. Ewê neghêjin armanca xwe û wê nikaribin me ji hev bikin û perçe bikin. Weke 90 sal berê niha dîsa welat û miletê em disa li hember neyarên xwe bi hev re micadele dikin.”
Piştî merasîma bi bîranînê xizmên kesên di qetlîamê de hatibûn qetilkirin goristan ziyaret kirin û ew bi bîr anîn.
Dayika Kadrî Agirmanê di qetlîamê de ji teref PKKê hatibû qetilkirin li PKKê lenet anî, apê wî jî bertek nîşanî kesên bûne sebebê vê qetlîamê da.
Piştî bernameyê goristana Zaxûranê ya ku gorê kesên PKKê qetlkirine lê ye hat ziyaretkirin û dia hat kirin.
Dayîka di êrîşê de 4 zarokên xwe winda kiriye: Ev 30 sal e em vê êşê dikşînin
Dayika dilbirîn ya ku di êrîşa PKKê de 3 keç û zarokekî xwe yê lawik windakiribû Emîne Akçay, li ser gora zarokên xwe daxuyanî da û wiha got: “Ev 30 sal e em vê êşê dikşînin. Xwedê heqê me nehêle. Zarokên min yê herî mezin 7 salî bû. Keçikên min jî, yek jê sal û nîvî ya din 3 salî û ya herî mezin jî 6 salî bû. Daw û doza vana doza Ermenîya ye. Apo û FETO dinya me bi serê me de xira kir. Xwedê bela wan bidê. Emê vê êşa xwe qet ji bîr nekin. Em jî van zarokên xwe wek zarokên Filistînê dihesibînin. Em Misliman di vî warî de mezlûmin. Em dizanin ev kemîn û listokên Emerîka ne. Zarokê emrê wî salû nîvek bû çi sûcê wî hebû”. (ÎLKHA)