Gundîyên li Çiyayê Darmikê ji ÎLKHAyê re axivîn

Gundîyên ku li quntara Çiyayê Darmika Afrîna Helebê dijîn tiştên ku hatine serê wan ji ÎLKHAyê re vegotin.

Ew operasyona Efrînê ya ku ji teref TSKyê ve hatibû destpêkirin ev 14 roj ku berdewam dike. Di bergeha operasyonê de mewzîyên PKKê bênavber tên bombebarankirin.

Gundîyên ku ji ÎLKHAyê re axivîn diyar kirin mewzîyên PKKê tên bombebarankirin destnîşan kirin Çiyayê Darmikê ya biçûk hatiye bidestxistin û ya mezin jî tê bombebarankirin.

 “Çawa ku wan deran tevlî hev kirin dixwazin van deran jî xera bikin”

Xelîl Çelîkê ji niştecihên taxê  debarê mijarê de wiha axivî: “Hewil didin sehaya mayinan paqij bikin. Guleyan li ser mewzîyên PKKê de berdidin. Bi balafiran li girên herî jor bombebaran dikin û mewzîyên wan tên hilweşandin. Her roj bombebaran tê kirin.”

Rustem Yildirimê ku ji ehlê gund e derbarê mijarê de diyar kir ew ji hemû tiştan re dibe şahid û wiha got: “ Em ji wan kesan in ku dixwazin mesele hal bibe û bi dawî bibe. Elhamdulîllah em vê dixwazin. Çawa ku Iraq tevlî hev bû bi heman awayî Sûrî jî xera bû û xera dibe. Amerîka weke ku li wan deran dixwast dixwaze li van deran tevlîhev bike û xera bike. Dibe ku ew bi xwe ne li van deran be, lê wekîlên wî li vê derê ye û em baş dizanin ew wekîl kî ne.”

ÎLKHA

























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin