Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres peymana ku ji teref Serokê Emrîkayê Donald Trump ve di navbera Hamas û rejîma sîyonîst de hatiye ragihandin û armanca wê destpêkirina agirbest û pêvajoyek "aştîyê" li Xezzeyê ye, pêşwazî kir.
Guterres di daxuyaniya xwe de pesnê hewldanên dîplomatîk ên Emrîkayê, Qeter, Misir û Tirkiyeyê da û got, "Ez hemû aliyan vedixwînim ku vê derfeta dîrokî bikar bînin û rê li ber pêvajoyeke sîyasî ya pêbawer vekin ku îşxalê bi dawî bike."
Sekreterê Giştî yê NY her wiha diyar kir, "Divê mafê gelê Filistînê yê diyarkirina çarenûsa xwe were naskirin; çareseriya du dewletan, ku dê bihêle du gel di nav aştî û ewlehiyê de bijîn, êdî nayê paşxistin. Talûke qet ewqas mezin nebûne."
Guterres tekezî li ser pêwîstiya gihîştina bê asteng a alîkariyên mirovî û kelûpelên bazirganî li Xezzeyê kir. Wî her wiha daxwaza "berdana bi rûmet a hemî êsîran, agirbesta daîmî û bidawîanîna tevahî ya êşê" kir.
Trump: "Îro rojeke girîng e"
Serokê Emrîkayê Donald Trump li ser platforma medyaya civakî Truth Social ragihand ku Hamas û rejîma sîyonîst ji bo pêkanîna merhaleya yekem a planê li hev kirine. Trump got, "Hêzên îsraîlê dê vekişin sînorê diyarkirî, û êsîr jî dê di demek pir nêzîk de werin berdan."
Trump ev pêşketin wekî "rojeke mezin ji bo cîhana Ereb û Îslamî, îsraîl û Emrîkayê" bi nav kir û ji bo rola wan a wekî navbeynkar spasiya Qeter, Misir û Tirkiyeyê kir.
Daxuyanîya HAMASê
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Hamasê ve hat weşandin, hat diyarkirin ku peyman rawestandina tevahî ya şer, vekişîna hêzên îşxalker ji Xezzeyê, ketina alîkariya mirovî û pevguhertina êsîran a hevbeş dihewîne. Tevgerê bang li Trump û dewletên garantor ên peymanê kir ku "destûr nedin îşxalkeran ku mafên wan asteng bikin an jî îxlal bikin." (ÎLKHA)