Guterres ji êrîşên li ser UNIFILê re bertek nîşan da: Sûcê şer e

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres diyar kir ku êrîşên rejima îşxalker ên li dijî Hêza Aştiyê ya Demî ya NYyê ya li Lubnanê (UNIFIL) "dibe ku sûcê şer be."

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric bertekên Guterres ên li hember êrîşên ku rejîma îşxalker li dijî UNIFIL pêk tîne ragihand û got, "Êrîşên li dijî hêzên aştiyê (UNIFIL) hiqûqa navneteweyî, hiqûqa însanî ya navneteweyî binpê dike û dibe ku bibe sûcê şer."

Dujarric diyar kir ku di encama êrîşên rejîma îşxalker de herî kêm 5 endamên UNIFIL birîndar bûne û ji 1ê Cotmehê û vir ve herî kêm 20 caran tesîsên NYyê tesîrdar bûne û got, “Sekreterê Giştî (Guterres) bi tundî şermezar dike. Windakirina jiyana sivîlan her du aliyên Xeta Şîn. Em ji bandora li ser sivîlên li peravê bi fikar in."

Dujarric diyar kir ku di êrîşa hewayî ya dawî ya li Lubnanê de 23 kesan canê xwe ji dest dane û wiha got: "Êrîşên hewayî dibin sedema fikarên kûr." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê