Guterres: Otorîteya Konseya Ewlehî ya NY bi şekleke ciddî zerarê dîtîye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres, destnîşan kir ku ji ber herba Rusya-Ukraynayê û êrîşên li dijî Xezzeyê otorîteya Ewlehî ya NY bi şekleke ciddî di warê zerarê de tesîrdar bûye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres, li bajara Cenevreya Swêdê, di daxuyanîya ku li dijî Konseya Mafên Însanan axivî de destnîşan kir ku Konseya Ewlehî ya NY ji êrîşên li dijî Xezzeyê û îşxala Ukraynayê a ji teref Rusyayê ve re bêdeng maye û ew jî ji vêya gelek xemgîn bûye, wî îfade kir ku ev rewş jî otorîteya Konseyê bi şekleke ciddî di warê xerabîyê de tesîrdar kirîye.

Guterres, îfade kir ku Konseya Ewlehî ya NY tim û tim tevlîhev dibe û destnîşan kir, “Di meseleyên ewlehî û aştîyê a herî muhîm ya dewra me de dest bi hereketê nekir.”

Guterres îfade kir ku ji ber vê yekê “Di sazî û metoda xebata Konseyê de ji reformekî ciddî re hewce heye.”

Guterres, ragihand ger ku rejîma îşxalker êrîşî Refahê bike ew ê xerabûnên mezin pêk werin, “Êrîşkirina îsraîlê a ji bajêr re tenê ew ê ji bo 1 milyon sîvîlên ku li wê dijîn re wehşetekî çêneke, di heman demê de em ê jî ji bernameyên xwe re çîvîya dawîn li tabûtên xwe bixin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin