Guterres: Rojhilata Navîn li ber şerekî mezin e

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hişyarî da ku şerê li Rojhilata Navîn veguhere krîzeke herêmî, û li ser qurbaniyên sivîl, wêrankirina binesaziyê û tesîrên aborî yên cîhanî hişyarî da.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, di konfranseke rojnamevanî de li baregeha NY li New Yorkê, li ser talûkeya veguhertina şerê li Rojhilata Navîn bo şerekî herêmî yê berfirehtir hişyarî da.

Guterres diyar kir, "Cîhan li ber şerekî berfirehtir e. Tesîrên vê pevçûnê dê ne tenê li herêmê sînordar bin, lê dê li seranserê cîhanê werin hîskirin."

Sekreterê Giştî destnîşan kir ku ji bilî wêraniya ku ji ber şer çêdibe, krîzên mirovî jî xirabtir dibin, û tekez kir ku qurbaniyên sivîl û wêrankirina binesaziyê bihayên xwarin û enerjiyê zêde dikin û zextê li cîhanê dikin. Wî zêde kir ku astengiyên trafîka deryayî li Kendava Faris dê rasterast bandorê li civakên bi taybetî bêparastin û xizan bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin