HAMAS: Dagirker dixwazin komkujî û qirkirinê zêdetir bikin

Heraketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS, diyar kir ku îşxalker bomberdûmana dijwar bi ser Xezeyê de dibe û qutkirina ragihandin û înternetê nîşan dide ku dagirker li pey qetlîamên zêde ye.

HAMAS'ê derbarê bomberdûmana dijwar a rejîma dagirker a li ser Xezeyê ya vê êvarê ji bejahî, hewayî û deryayê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkilî û înternet bi Xazzê re hat qutkirin û ji bejahî, behrê û hewayî bomberdûmana cihên niştecihbûnê hat zêdekirin ku rejîma dagirker dixwaze dûrî çavê çapemenî û cîhanê komkujî û qirkirinê zêdetir bike.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku berpirsyarên komkujiyan Washington û paytextên Rojava û rejîma dagirker in û ev bang hatin kirin:Em bang li welatên Erebî, Îslamî û civaka navdewletî dikin ku bi berpirsyarî rabin û demildest pêşîya sûc û qetlîamên li ser gelê me bigrin."(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno