HAMAS: Di agirbestîyekî ku bê kirin de wê hemû daxwazîyan berxwedanê bên bicîhanîtin

Endamê Biroya Sîyasî yê HAMASê er-Rîşk weha got, “Ger ku peymanekî bê îlankirin ev tişt ew ê ji alîyê me ve bê qebûlkirin, ew ê ev peyman peymanekî ku dilê mirovan rehet bike û daxwazîyên berxwedanê hatine qebûlkirin be.”

Hat destnîşankirin ku di navbera HAMAS û rejîma îşxalkeran de, di hevdîtinên agirbestî ya ku navbeykarîya wî Qeter dike de peymanekî nêz e.

Endamê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îzzed er-Rîşk weha got, “Ger ku peymanekî bê îlankirin ev tişt ew ê ji alîyê me ve bê qebûlkirin, ew ê ev peyman peymanekî ku dilê mirovan rehet bike û daxwazîyên berxwedanê hatine qebûlkirin be.”

Er-Reşk di axavtina xwe de weha got, “Em ji îlankirina agirbestîyê a di demeke kurt de re gelek nêz in. Di alîyê sîyonîstan de, bi taybetî taloqavêtina Netenyahu hebû. Berxwedan, di sehayê de û di beşa sîyasî de bi hev re hereketê dike. Ew ê ev peymana agirbestîyê dê hemû koman di nav xwe de bihewîne.”

Reşk, “Serbest hêştina êsîrên îşxalkeran, ew ê bi serbest hêştina êsîrên Fîlîstînî ên di girtîgehên îşxalkeran de ne bê kirin. Ger peymanekî bê daxuyandin ev di alîyê me de wê bê qebûlkirin, ew ê ev peyman peymanekî ku dilê mirovan rehet bike û daxwazîyên berxwedanê hatine qebûlkirin be. ‘îsraîlîyan’ bi êrîşên giran ve xwest ku hêza bazarîya berxwedanê bişkîne lê ev tişe nebû û ew ê nebe jî. Niha em ê derheqê hûrgilîyên peymana ku bê kirin de agahîyan nedin. Dema ku peyman bê lidarxistin ew ê birayên me yên li Qeterê ev tiştê eşkere bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn