HAMAS: Em ê aqûbeta êsîrên leşkerî yên Îsraîlê nîqaş nekin

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) ragihand ku heta êrîşên li ser Xezzeyê bi dawî nebin, ew ê aqûbeta êsîrên leşkerî nîqaş nekin.

Usame Hemdan yek ji rêvebirên HAMASê di civîna çapemeniyê ya ku li Beyrûta paytexta Lubnanê li dar xist de êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst li dijî Xezzeyê nirxand.

Hemdan diyar kir ku serbestberdana du êsîrên Emrîqayî "têgihîştina exlaqî ya HAMASê nîşan dide" Hemdan got ku dema şert û merc çêbibin dê serbestberdana sivîlan were nirxandin.

Hemdan bal kişand ser wê yekê ku gelek aliyên navdewletî derbarê girtiyan de bi HAMASê re hevdîtin pêk anîne û tekez kir ku heta êrişên li ser Xezzeyê bi dawî nebe dê çarenivîsa girtiyên leşkerî gotûbêj nekin.

Hemdan her wiha hişyarî da ku eger rejîma siyonîst hewla êrişa bejayî ser Xezzeyê bike, tiştê ku di 7ê Cotmehê de qewimî, dê ji bo Îsraîlê "hêsan" bimîne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye