HAMAS: Em ji agirbestê re gelek nêz hatin lê Netenyahu û Emrîka bûn asteng

Yek ji serokên HAMASê Tahîr en-Nunu, daxuyand ku ew di mizakereyên dawîn ên ku bi rejima sîyonîst re hatîye kirin de hema hema ku mizakere bi agirbestê encam dibû, lê Netenyahu û temsîlkarê Emrîkayê Steve Witkoff pêvajoyê sabote kirine.

Rejima terorê û hevkarên qetlîamê naxwazin ku agirbest çêbibe. Netenyahuyê qatil ji ber pêşeroja xwe ya sîyasî xelqê xwe davêja nava agir.

Derheqê meseleyê de Şêwirmendê Serokê Sîyasi yê HAMASê yê medyayê Tahir en-Nunu roportajek da El Cezîreyê. En-Nunu got di muzakereyên ku di meha çûyîn de hat kirin de ew pir nêzî agirbestê bûn e. Lêbelê muzakere ji teref Netenyahuyê qatil û Temsîlkarê Rojhilatanavîn yê Emrîkayê Steve Wîtkoff ve hatiye sekinandin.

En-Nunu got ku, Netenyahu hem civaka navnetewî hem jî xelqê xwe dixapîne. Her çiqas di gotinê de dibêje pêşaniya wan jiyana êsîrane jî ne wisaye. Pêşaniya wî pêşeroj û menfeatên wî yên sîyasî ye.

Rêvebirê HAMASê got ku, “Em wek HAMASê bi vekirina rêyên alîkariyên însanî û têketina xwarinan a ji Xezzeyê re ji muzakereyan re amade ne.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno