HAMAS: Ev şerê qederê ye, divê ummet yekgirtî be

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, HAMAS, êrîşa rejîma sîyonîst a li ser Îranê wekî "pêşkeftinek girîng ku dê qedera herêmê diyar bike" bi nav kir û tekez kir ku divê tevahiya ummetê li dijî vê tehdîdê bibe yek.

Di daxuyaniyekê ku ji teref HAMASê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku ev êrîşa cîddî îxlalkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî û normên mirovî ye û projeya sîyonîst ne tenê ji bo Filistînê, lê ji bo hemû gelên herêmê tehdîdeke hebûnê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku planên berfirehkirin û îşxalkirina rejîma sîyonîst li ser herêmê berdewam dikin û êrîşên wî yên li ser hemû gelên berxwedêr zêde dibin.

HAMASê ragihand ku di nav şehîdên êrîşê de Fermandarê Pasdaranan Tuxgeneral Huseyîn Selamî, Serfermandarê Giştî yê Îranê Tuxgeneral Muhemed Baqirî û gelek zanyarên nukleer, hene û sersaxiyên xwe yên kûr ji gel û rêveberiya Îranê re xwest. Her wiha ji bo birîndaran jî şifaya bilez xwest.

Hamasê diyar kir ku Îranê ji bo piştgiriya xwe ya bêwestan ji bo doza Filistînê û helwesta wê ya neteweyî ya serbixwe bedel daye. Bang li hemû cîhana îslamî û hêzên berxwedanê kir ku di vê dema krîtîk de helwestek hevpar û bihêz li dijî vê êrîşê bigirin.

Di dawiyê de, HAMASê tekez kir ku rejîma sîyonîst dijminê sereke yê Ummetê ye, û girîngiya yekîtî û hevgirtinê di vê têkoşîna pîroz de destnîşan kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno